28 December 2025 - 21:51
Xwenîşandana berfire ya Elewîyên Sûrîyê dijî hikûmeta Colanî

Bi dû bangewazîya Şêx Xezal Xezal Serokê Konseya Islamî ya Elewîyên Sûrîyê, welatî li bajar u navçeyên curbicur ên Sûrîyê dest bi xwenîşandanê kirin.

Li bajarên Laziqîye, Tertûs, Banîyas u Cebeleyê li rojava û bakur- rojavaya Sûrîyê welatîyên nerazî daketin kolanan u xwestin ku sivîl bên parastin u binpêkirina mafên welatîyan u şîdet ji hêla hikûmetê va were sekinandin ku di vê navberê da hêzên ser bi Colanî êrişî xwenîşanderan kirin u li wan xistin. 

Nerazîyan bi rakirina pankardên bi durişma ``em federalîzmê dixwazin`` daxwaza xwerêvebirîyê kirin u nerazîbûna xwe himber serederîya hikûmeta Colanî nîşan dan. Li bajarê Humsê u herêma Eyn Kurûmê ser bi Hemayê jî welatîyan dest bi nerazîbûnê kirin. Xwenîşanderan xwestin ku kesên desteserbûyî bên azadkirin. Hat ragihandin ku armanc ji vê nerazîbûn û xweînşandanê, nerazîbûna li himber dûrxistina civaka Elewî û binpêkirina maf u daxwazên wan e. 

Şêx Xezal Xezal Serokê Konseya Islamî ya Elewîyên Sûrîyê  bêdengbûna cîhanê bi tundî rexne kir u rewşa nika u cinayetên Nazîyan da ber hev u got: Tişta ku roja îro em dibînin, hewldana ji bo têkşikandina vîna milletekî û sepandina teslîmbûnê ya ji rêya desthilat u hêzê va ye. Mêrên me tên desteserkirin u jinên me bêyî berbend u pêngaveke pêşîlêgirtinê tên revandin. Ew, me neçarî şîdetê dikin. Wî hişyarî da: Heke ev rewşa bidome u alîyên navdewletî ji bo parastina sivîlan nekevin dewrê, yê kavilkarîyeke zêdetir pêk were. 

Your Comment

You are replying to: .
captcha